Mihemed Ocalan: Em dixwazin hîn bibin ku li Îmraliyê çi diqewime

Buroya hiqûqê ya sedsalê ragihandibû ku Rêber Apo serdana CPT ye red kiriye.
Mehmet Ocalan, birayê Rêber Apo ku têkildarî mijarê axivî, got: “Ev bertekeke demokratîk a li dijî tecrîdê ye. Protesto ye. Dewlet, divê vê yekê esas bigire.”

Birayê Rêber Apo Mihemed Ocalan derbarê tecîrla li Îmaraliyê û agahiya dawî ya baroya Hiquqê ya sedsalê ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Mihemed Ocalan, bal kişand ser daxuyaniya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û wiha axivî:

“Fikarên me jî hene. Çima hevdîtin çênebûye?

Em malbat dixwazin hîn bibin bê li wir çi diqewime.

Ev ji bo me mijareke hesas e.

Dewlet, Wezîrê Dadê û hikûmet divê vê yekê zelal bike. ”

“Redkirina hevdîtina bi CPT’re berteka Rêber Apo ya li dijî tecrîdê ye”

Mihemed Ocalan hevdîtina xwe ya dawî bi Rêber Apo re ku bi telefonê pêk hat û peywendî qut bû bi biranî û ev tişt anî ziman:

“Rêber Apo wê çaxê ji min re got, hevdîtin bi rêya telefonê ya bi wî rengî ne rast e, dibe ku bi heman rengî nêzî serdana CPT’yê jî bûye.

Naxwaze hevdîtineke 5 deqe an jî nîv saetî bi CPT’yê re bike.

Ji lew re dizane piştî vê dê saelekê du salan hevdîtin bê asteng kirin.

Ev berteka wî ya demokratîk a li dijî tecrîdê ye. Divê dewlet vê yekê esas bigire.”

Mihemed Ocalan: Gelê me divê xwedî bertekên xurt be

Birayê Rêber Apo Mihemed Ocalan, destnîşan kir ku ew dixwazin heyetek an jî malbat biçe giravê û ev bang kir:

“Tavilê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.

Saziyên demokratîk û gelê me divê xwedî bertekên xurt bin.

Her kes dizane ‘ Rêber Apo dikare aştiyê bîne Tirkiyê.’

Lewma divê her kes vî barî hilgire. Apo, dikare vê xwînê bide sekinandin. Banga me ji bo mirovan ev e.”

Back to top button