
HDP’ê encamnameya civîna meclîsa Partiyê ku di navbera 30’ê Mijdarê û 1’ê Kanûnê de hatibû lidarxistin eşkere kir…
Di encamnameyê de êrîşên dagirkeriyê li ser rojava û tecrîda li Îmraliyê hatin ziman û hat gotin: “Tecrîd li pêşiya aştiya civakî astengiya herî mezin e.
Divê bi Birêz Ocalan re tavilê hevdîtin bê kirin.”
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û pekhateyên wê jî li dijî tecrîdê bi daxuyaniyeke hevpar bang kir.
Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP di navbera 30’ê Mijdarê û 1’ê Kanûnê de civîna xwe lidar xist.
Îro encamnameya civînê bi daxuyaniyekê hate ragihandin
HDP: Armanca AKP-MHP fetisandina Şoreşa Rojava ye
Meclîsa Partiyê ya HDP’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê li ser rojava û tecrîda li Îmraliyê û hat gotin:
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo mayindekirina desthilatdariya xwe li pey şer e.
Ji bo vê jî li hundir û derve şer giran dike, bi vî rengî hewl dide li ser piyan bimîne.
Teqîna li Stenbolê ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir hincet”
HDP’ê bi lêv kir armanca desthilatdariya AKP-MHP ew e ku, dixwaze Şoreşa Rojava bifetisîne.
HDP: Tecrîd li pêşiya aştiya civakî astengiya herî mezin e
Di dewama encamnameyê de işaret bi tecrîda li ser Rêber Apo hate kirin û wiha dewam kir:
“Desthilatdarî bi israra xwe ya li ser tecrîdê, dixwaze pirsgirêka Kurd bêçareserî bihêle û herêmê bixe nava kaosê.
Tecrîd, li Tirkiyê astengiya herî mezin a li pêşiya aştiya civakî ye.”
Meclîsa Partiyê ya HDP’ê diyar kir divê desthilatdarî û CPT rê li ber hevdîtina bi Rêber Apo veke.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li dijî tecrîdê bang kir
Her wiha Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û pêkhateyên wê jî derbarê tecrîdê de daxuyaniyek hevpar dan.
Daxuyanî, li avahiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a li Stenbolê hate dayîn.
HDK’ê di daxuyaniya xwe de li dijî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘têkoşîna yekbûyî’ bang kir û got:
“Tecrîda ku di şexsê Ocalan de tê kirin, bingeha xwe ji polîtîkayên înkarkirina mafên gelê kurd digire.
Divê raya giştî ya demokratîk li dijî polîtîkayên cihêkariyê têkoşîna yekgirtî bimeşîne.”