
QSD′ê bîlançoya 1’ê Kanûnê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bîlançoya 1′ê Kanûnê û berdewamiya bîlançoya 30’yê Mijdarê, ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Bîlançoya 1′ê Kanûna 2022′yan:
Herêmên Efrîn û Şehba
35 caran bi çekên giran, guleyên hewanê û çekên doçka gundên Hirbil, Şêx Îsa, Bêlûniyê, Samoqa, Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Irşadiyê, Tinib, Elqemiyê, Soxanekê, Aqîbê û Bênê hatin topbarankirin.
Herêma Cizîrê
- Til Temir
Gundê Gozeliyê bi çekên giran hate topbarankirin.
- Zirgan
57 caran bi çekên giran û guleyên hewanê gundên Rebîat, Til Werd, Mihermile, Bobî, Dada Ebdal, Esediyê û Zirgan hatin topbarankirin.
Hêzên me jî bersiva topbaranan da.
Herêma Firatê
- Kobanê
Bi guleyên hewanê gundên Xirabîsan û Çariqlî hatin topbarankirin.
Balafireke bêmirov a xwekuj gundê Koran bombebaran kir.
- Girê Spî
Bi çekên giran û guleyên hewanê gundên Dibis, Cideyda, Ebû Sira, Xan, Kor Hesen, Sewan, Selîbî, Evdikê û rêya M4 hatin topbarankirin.
Hêzên me bersiva topbaranan da.
- MINBIC
4 caran bi guleyên hewan û 2 caran bi çekên giran gundên Ewn Dadat, Hoşeriyê û Kirhiyok hatin topbarankirin.
- Tirwaziyê
27 caran bi çekên giran bajarokên Tirwaziyê û Fewar hatin hedefgirtin, her wiha mizgefta Tirwaziyê jî hate hedefgirtin û rûxiya.
Hêzên me bersiva topbaranan da.”