Parêzer û malbata Rêber Ocalan ku zêdeyî 2 sal in agahî jê nayê girtin û yên girtiyên din ên li Îmraliyê, bi wesîleya Cejna Remezanê serlêdana hevdîtinê kirin.
Malbat, parêzer û wasiyê Rêber Ocalan bi wesîleya Cejna Remezanê serlêdana hevdîtinê kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî serlêdanê hevdîtinê kirin.
Parêzeran ji bo karibin Rêber Ocalan û girtiyên din ên bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Her wiha birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û xizmên girtiyên din jî ji bo hevdîtina cejnê serlêdan kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin û ev yek jî rê li ber nêrazîbûn bertekên mezin di nava gelê Kurd û dostên xwe de vedike.
Dewleta Tirk li ser tecrîda li Îmraliyê gelek hincet nîşan dan