BI TAWANÊN CUR BI CUR REVANDINA SIVÎLAN JI ALIYÊ ÇETEYAN VE DIDOME

Revandina sivîlan li navenda bajarê Efrînê û gundewarên wê didome. 

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Mistefa Omer Ken’an ê ji gundê Moseko yê Recoyê revand.

Li navenda navçeya Reco jî welatiyê bi navê Mihemed Hisên Mêrem hat revandin.

Li navenda bajarê Erînê jî, çeteyan endezyarek revand.

Endezyarê bi navê Xoşnav Hemo ji gundê Hopka yê Reco ye û serokê Odeya Endezyaran a Meclîsa Herêmî ya ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye avakirin e.

Her wiha beriya 2 rojan çeteyan bijîşkek jî ji navenda bajêr revand.

Bijîşkê bi navê Kemal Cefer li pêşiya mala xwe hat revandin û ji bo serbestberdana wî, çeteyan 3000 dolar ji hevjîna wî xwestin.

Duh jî, li gundê Çomezina yê Mabeta welatiya jin a bi navê Xaliye Dawûd hatibû revandin.

 

Leave a Reply

Back to top button