HPG: LI GEVERÊ 9 LEŞKERÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER HATE KUŞTIN

Hêzên gerîlla li navçeya Geverê ya Colemêrgê li yekîneya ku derketibûn operasyona dagirkirinê xistin. 9 leşker hatin kuştin gelek ji wan jî birîndar bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê cûda diyar kir ku dewleta Tirk xwe avêtiye bextê derewan û bang li gel kir ku li hemberî vî şerê taybet yê qirêj yê faşîzma AKP-MHP’ê şiyar be.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên Gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

23’ê Tîrmehê yekîneyên artêşa Tirk a dagiker li qada Geliyê Doskî ya navçeya Gevera Colemêrgê derketin operasyona dagirkiriyê.

Hêzên Gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ev yekîne kirin hedef.

Di vê çalakiya bi bandor de bi qasî hat zelalkirin 9 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.

HPG:JI BER DERBÊN HÊZÊN ME TIRKIYÊ XWE AVÊTIYE BEXTÊ DEREWAN

Navenda Ragihand û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyeke din îdaiyên Çapemeniya Tirkiyê derewand.

HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk xwe avêtiye bextê derewan û got:

Dewleta Tirkiyê ya ku li hember têkoşîna Gerîlayên Tevgera Azadiyê tengav dibe, weke her demê serî li rêya çapemeniya şerê taybet dide û dixwaze bi vê bandora xwe li gel bike.

Di vê wateyê de, bi êrîşên xwe yên derveryî mirovî yên li ser Harêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê, bi nûçeyên ‘Li Koordîneya Çalakiya MÎT’ê hatiye xistin’ nûçeyên derew belav dike.

Weke ku Fermandariya Navendî ya me li ser çapemeniyê ragihandî, ti têkiliya me bi çalakiya li Hewlêrê ya li dijî MÎT’ê hatî kirin re nîne.

Li pêşberî ciwanên Kurd ên welatparêz bê çare mane û ji bo xwe rizgar bikin ketine pey nûçeyên derew ku ti qîmeta xwe nîne.

Lewma divê gelê me li hember lîstikên şerê taybet hişyar bin. Carekî din dubare dikin, di nava her şert û mercan de çi dibe bila bibe heta azadiya gelê xwe wê têkoşîna me bidome.

Leave a Reply

Back to top button