Şêniyên gundê Şêx Hesen piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da

Şêniyên gundê Şêx Hesen ê navçeya Eyn Îsayê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSDʹê re nîşan da.

Bi dehan şêniyên gundê Şêx Hesen ê dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi meşekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê şermezar kir.

Meş li ber avahiya Hêzên Elekariya Hundirîn dest pê kir.

Di meşê de, ji rûspiyên eşîra El Bû-Esaf, Abid Mûsa El Hesen êriş şermezar kirin û teqez kirin ku ewê li hemberî dagirkeran bisekinin.

Şêniyê bi navê Elî Îsa jî anî ziman ku armanca dagirkeran ew e ku ewlehiya herêmê ya ku bi saya QSDʹê hatiye mîsogerkirin, têk biçe.

Elî Îsa got: “Di şerê li hemberî dagirkeran, em bi QSDʹê re ne.

Back to top button