Milîsên Evîn Goyî yên HBDH’ê ragihandin ku li Amedê agir berdan kargeha hevkarekî AKP’ê û îmha kirin.
Milîsên Evîn Goyî yên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan daxuyaniyek da û gotin:
“Em hesabê Komkujiya Parîsê ji AKP’ê dipirsin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin 23’ê Kanûnê di derengiya şevê de li navçeya Peyasê ya Amedê, kargeha hevkarê AKP’ê Mehmet Emîn Demîr ji aliyê milîsên wan ve hatiye şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li dijî konsepta qirêj wê bi rengê şoreşgerî bersivê bidin û gotin:
“Hesabê sê şehîdên me yên hatin qetilkirin wê ji aliyê Milîsên HBDH’ê ve ji faşîzma AKP-MHP’ê bê pirsîn.
Em ê bîranîn û armancên wan bi ser bixînin.”



