Li Nisêbînê komkujiya Parîsê hat protestokirin

Li Dêrsim û Nisêbînê Komkujiya Parîsê bi daxuyaniyan hat protesto kirin û banga ronîkirina komkujiyê hat kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Nisîbînê li ber avahiya xwe Komkujiya Parîsê protesto kirin.

Hevseroka HDP’a Nisêbînê Şîndar Akinci diyar kir ku wek di komkujiya Parîsê de li şûna ku polîs qetlîaman asteng bikin lê êrişî protestokirina qetlîaman dikin.

Pêkaheteyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî li ber avahiya ÎHD’ê ya Şaxa Mêrdînê daxuyaniyek da û kumkujî şermazar kirin û ji Fransayê xwestin berpirsên kumkujiyê derxe holê.

Li dêrsimê komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin

Bi heman boneyê li Dêrsimê jî Tifaqa Ked û Azadiyê daxuyaniyek da.

Parlamentera HDP’a Stenbolê Dilşat Kaya Canbaz axivî û got: “Komkujiya li Parîsê ne tesaduf e, em dizanin ku ev berhema mejiyê dewletê ye, ev bûyer komkujiyeke ku wekî li Tirkiyeyê nayê zelalkirin e.”

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî axivî û got: “Ji ber ku em mafdar in em ji bo her derê aştiyê dixwazin. Em ji bo nirxên gerdûnî yên mafên mirovan ên bingehîn têdikoşin. Lê yên li dijî me faşîst in, em ê li dijî van têbikoşin.”

Back to top button