Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka ya ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe tevî berf û baranê jî bi serdanên girseyî dewam dike. Gaziyên şer serdana konê çalakiyê kirin û kirinên PDK’ê şermezarkirin.
Îro Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûrî serdana konê çalakiyê kirin.
Li ser navê gaziyên şer Rêveberê Fedresyona Gaziyên Şer Ibrahîm Bizîm axivî û kirinên PDK şermezar kir.
Ibrahîm Bizîm got: “Ev kiryarên PDK nakeve xizmeta gelê Kurd, lê belê xizmeta faşîzma Tirk dike.”
Bizîm diyar kir ku dê çalakiya wan heya wergirtina cenazeyan dewam bike.