Di ser Komkujiya Pirsûsê de 8 sal derbas bûn

Li cihê komkujiyê Pirsûsê û li ser gorên qurbaniyan bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.
Beşdarên ku ji bo merasîmê li hev civiyan bibîrxistin 8 sal derbas bûn lê hê jî kujer nehatine darizandin, lê malbat tên darizandin.

Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Baxçeyê Navenda Çanda Amara ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, komek ciwan ji bo berê xwe bidin Kobanê li hev civiyan.

Lê bi hevkariya MÎT’a Tirk DAIŞ’ê li dijî endam û ciwanên Komeleyên Federasyona Ciwanên Sosyalîs teqînek pêkanî.

Di vê êrîşê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dabû, zêdetirî 100 kes jî birîndar bûbûn.

Ji bo qurbaniyan li Baxçeyê Navenda Çanda Amara bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Bername bi pêşengiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê de hat lidarxistin.

Nûnerên rêxistinên sivîl, rêxistinên hiqûqê û partiyên siyasî û gelek kes tev li bîranînê bûn.

“Xwestin xeyalên me nîvco bihêlin”

Endama SGDF’ê Senem Nûr Pektaş di bîranînê de axivî û got: “8 sal berê em li vir kom bûn. Me got em ê Kobanê bi hev re ava bikin.

Bi awayek hovane hevalên me qetil kirin. Xwestin xeyalên me nîvco bihêlin.

Lê bi qetilkirin û komkujiyê nikaribûn vê xeyalê asteng bikin.

Ji birîndarên komkujiyê Soner Çîçek jî wiha axivî:

“Xwestin xeyalên me li vir binax bikin. Lê belê xeyal û fikrên me li vir şîn bûn.

33 rêwiyên azadiyê ji bo piştevaniya Şoreşa Rojava bikin, li vir kom bûn. Şoreş didome. Em ê heta dawiyê şoreşê biparêzin.

“Ji dewsa kujeran malbat tên darizandin”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar jî bi bîr xist di ser re 8 sal derbas bûn lê hê jî kujer nehatine darizandin.

lê malbat tên darizandin.

Yasemîn Boyraz a ku dayika wê Nazegul Boyraz di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî wiha nêrînên xwe anî ziman:

“Piştî qetlîamê polîsan êrişî me kir. Ev der di navbera du qereqolan de ye.

Îro polîsên ku me dorpêç dikin û lêgerîna li ser me pêk tînin, ew roj ser endamên DAIŞ’ê lêgerîn nekirin.

Piştî axaftinên beşdaran çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesê edalet” bi dawî bû.

Polîsên faşîst girseya ku xwest serdana gorên qûrbaniyan bike asteng kir

Pişt re hate xwestin ku serdana gorên Kasim Deprem û Osman Çîçek ên li Goristana Asrî ya Pirsûsê bê kirin.

Lê serdana goristanê bi gotina polîsan “ev der perestgeh e li vir tu çalakî nayên kirin” hate astengkirin.

Li dijî astengkirinê girseya li ber deriyê goristanê daxuyanî dan çapemeniyê û bi çalakiya rûniştinê şermezar kir.

Di ser komkujiya Pirsûsê 8 sal derbas bûn

Back to top button