Waşîngton ji ber piştevaniya Qeter a bi komên terorîst re lêpirsîn vekir

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê der barê raporeke hikumeta Îsraîlê de ku Qeterê bi finansekirina komên terorîst tawanbar dike, lêpirsînek vekir. Çapemeniya cihanê jî vekişîna hêzên DYA ji Qeterê bi vê yekê ve girê dide.

Serê Qeter, yê piştevanê komên terorîst li Rojhilata Navîn dike di belayê de ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê beriya demekê ji rojnameya Washington Examiner re gotibû ku ew ê ji van îdiayan piştrast dibin.

Radyoya “Dengê Amerîkayê” ku bi zimanê farisî nûçeyan dide û agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî din ragihand ku Îsraîlê der barê vê tawanê de ku Qeter Pasdarên Îranê finanse dike agahiyên istixbaratî ji Biden re pêşkêş kirine.

Her wiha destnîşan kir ku pergala Qeterê bi tawanên finansekirina komên terorîst di nav de Hizbullahê Lubnanî û DAIŞ`ê rû bi rû maye.

Rojnameya Times Of Îsraîl jî li ser zimanê dîplomatekî welat ku nexwest navê xwe eşkere bike, bi bîr xist ku serokê Îsraîlê yê berê Raifen Revlin gelek agahiyên istixbaratî yên têkildarî finansekirina Qeterê ya ji bo pasdarên Îranê ji Koşka Spî re pêşkêş kirine.

Heman dîplomatî diyar kir ku rayedarên Amerîkî ji van agahiyan aciz bûne.

Hemwextî civîna Raifen Revlin li Koşka Spî Artêşa Amerîkayê daxuyaniyek da û got:

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) baregehên xwe yên li Qeterê girtin ku tijî cebilxane bûn.

Lojistîka mayî jî veguhest Urdunê.

Gelek analîzvan destnîşan kirin ku Washington ji vê gavê armanc dike ku bi awayekî baştir bi Îranê re bide û bistîne.

Rêveberiya Biden careke din bi Dohayê re di nava aloziyê de ye ji ber ku pergala Qeterê her tim bi tawanên fînansekirina komên terorîst rû bi rû dimîne ku amerîkiyan dikujin.

Li gorî raporên istixbaratî Feyleq El-Qudsê baskê Pasdarên Îranê zêdetirî 600 leşkerî amerîkî li Rojhilata Navîn kuştine.

Back to top button