HDP’ê jî kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest daye bi bîr anî û anî ziman “divê dewlet li vê rastiyê mukur were û ji malbatên qurbanan û şêniyên Dêrsimê lêborîna xwe bixwaze.”
Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê diyar kir ku “Komkujiya Dêrism yek ji mezintirîn komkujiyên li Tirkiyê ye û di rûpelên reş ên dîrokê de cih digire û cihê şermê ye.”
HDP’ê teqez kir ku “pêwîst e ji bo ronîkirina komkujiyê, Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê were avakirin, biryarên dadgehê ji raya giştî re werin eşkerekirin û dewlet ji malbatên qurbanan lêborînê were xwestin.”
KCD: Heta Kurd yekrêziyê ava nekin, wê ji komkujiyan rizgar nebin
Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê jî bi heman boneyê daxuyanî da û got:
“Heta Kurd hevkariyê pêk neyînin û Yekîtiya xwe ya Netewî ava nekin, wê ji komkujiyên bi vî rengî rizgar nebin.”