Li bajarokê Xanesorê yê Şengalê, dewreya perwerdeyê ya Şehîd Pîr Hemîd bi dawî bû û 60 ciwan tevlî Asayîşa Ezidxanê bûn.
Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Pîr Hemîd ya akademiya Şehîd Şengal a li bajarokê Xanesorê ya Şengalê bi merasîmek bi dawî bû.
Dewre berî mehekê destpê kiribû, tê de waneyên leşkerî, xweparastin û dîroka Êzidiyan hatin dayîn.
60 ciwanên ku tevlî perwerdeyê bûbûn, bawernameyên xwe wergirtin û tevlî Asayîşa Êzidxanê bûn.
Di merasîmê de, li ser navê fermandariya Asayîşa Êzidxanê, Çiya Şengalî dewreya perwerdeyê li hemû civaka Êzidî pîroz kir û anî ziman ku “Asayîş ji bo parastina civaka Êzidî pir girîng e û divê her kes xwe ji bo parastina axa Şengalê berirsyar bibîne.”