Çeteyên Tirkiyê jî mîna DAIŞ’ê êrişî jinan dike

“Terora DAIŞ li Sûrî dîsa jin kirin hedefa êrişên xwe.”
Bi vî sernavî rojnameya Jeruselam Postê têkildarî êrişên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî, analîzek weşand.

Di analîzê de îşaret bi êrişa li dijî jinên pêşeng ku veguheriya rêbazeke berfereh hatiye kirin û wiha hatiye gotin:

2 jinên berpirsiyar di Rêveberiya Xweser a Bakur-rojhilatê Sûrî de Hind El Xidir û Sade El Hermas ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin û kuştin.

Êrişa li dijî jinan ne tenê rêbaza DAIŞ’ê ye, çekdarên girêdayî Tirkiyê jî heman tiştî dikin.

Kuştina siyasetvana Kurd Hevrîn Xelef nîşaneya vê yekê ye.

Li Efrîn û Girê Spî yên hatine dagirkirin, bi dehan jin ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine revandin.

Ev kom, mîna Boko Heram dikin.

Analîz bi bîr dixe ku berpirsê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî nêzî sînorê Tirkiyê sala 2019’an hat kuştin û wiha dewam dike:

Ji sala 2014’an ve Tirkiyê bê deriyê derbasbûna bi deh hezaran endamên DAIŞ’ê.

Her çendî Enqere îdîa dike ku ew şerê DAIŞ’ê dike jî lê di rastiyê de Tirkiyê ji bo DAIŞ’ê bûye navend.

Back to top button