Çeteyan li Efrîn 6 welatî revandin

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 6 welatî revandin.
Têkildarî van binpêkirinên li hundirê Efrînê Îbrahîm Şêxo axivî û got:“Di 5 salên dagirkeriyê de dewleta Tirk û çeteyên xwe zêdetirî 700 kes kuştine.

Her 4 welatî ji gundê Gurzêlah yê Şêrawayê ne û navên wan jî wiha ye:

Ferhad Wehîd, Hemûda Wehîd, Aldar Ebdo û Rêzan Osman e.

Li gorî Torê, çeteyan bi hinceta ku her 4 welatiyan erka xweparastin di dema Rêveberiya Xweser de pêk anîne, revandine.

Li aliyekî din jî çeteyan du ciwan ji gundê Keferzêtê yê Cindirêsê bi heman hincetê revandin.

Navê her du ciwnan jî, Esed Kalo 24 û Hozan Kalo 24 salî ne.

Heya niha jî aqûbeta her du ciwanan nayê zanîn.

Di 3 mehan de 256 malbat ji herêmên dagirkirî derketin

Li herêmên din yên dagirkirî jî bi sedan malbat ji ber rewşên zehmet û ewlehiyê berê xwe didin herêmên Rêveberiya Xweser.

Meclisa Girê Spî eşkere kiribû ku di 3 mehên dawî de, 256 malbat gihande herêmên Rêveberiya Xweser.

Back to top button