Di 6 mehan de 16 rojnamevanên Kurd hatin girtin

Di 6 meh borî de, 16 rojnamevanên Kurd hatin girtin lê heta neha têkildarî wan qet îdianame nehatiye amadekirin.
Hevseroka DFG’ê Dîcle Mûftûoglû got: Qasî ku ji wan tê rojnamevanan li girtîgehan digrin da ku nikarîbin karê xwe bidomînin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin de, 8’ê Hezîranê 20 rojnamevan hatin binçavkirin.

Piştî karûbarên îfadeyê girtinê ji 22 rojnamevanan, 16 jê hatin girtin.

Tevî ku 6 meh li ser biryara girtinê re derbas bû jî tu îdianame derbarê rojnamegeran de nehat amadekirin.

Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû pêvajoya girtinê nirxand û wiha got:

Armanca sereke ya li vir astengkirina rojnamevantiyê ye.

Ev 3 meh in ji bo serlêdana ku li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatiye kirin bersiv nehatiye dayîn.

Parêzerê rojnamevanên girtî Resûl Temûr diyar kir ku wan 3 meh berê têkildarî girtinan serî li AYM dabûn.

Resûl Temûr da zanîn ku eger heta dawiya meha Çile bersiv negrin, wê rewşa pêvajoya girtî ya rojnamevan berçav bigrin û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.

“Armanca sereke, bêdengkirina rojnamevanan e”

Dîcle Mûftûoglû, diyar kir ku armanca serke ew e rojnamevanan bêdeng bikin bike.

“Bi rêya êrişa ser çapemeniya azad re peyam tê dayîn”

Dîcle bibîrxist ku di operasyonên meha Cotmehê li Enqereyê hatine kirin de, 9 rojnameger hatin girtin û ev tişt anî ziman:

Difikire ku ger rojnamegeran bigire wê karibe rastiya şer û êrîşên çekên kîmyewî veşêre.

Bi vê yekê plan dike ku ji bo em nikaribin bixebitin û ji aliyê din ve jî plan dike ku peyamekê bide rojnamevanên din.”

Dîcle Muftuoglu: Em hewl bidin vê pîşeyê bidomînin

Dîcle Muftuoglu anî ziman ku wê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin û wiha bi dawî kir:

Ji roja destpêkê ve me hewl da ku li kolanan bin û bi dewamkirina rojnamegeriya xwe hewl da vê rewşê ji holê rakin.

Ji ber ku ji 30 salan zêdetire kevneşopiya çapemeniya azad heye.

Bi bomberdûman, komkujî û girtinan hewl hat dayîn ku ev kevneşopî bê bêdengkirin.

Lê em bi heman awayî hewl didin vê pîşeyê bidomînin.

Back to top button