Çalakiyên gel ên bi armanca şermezarkirina tecrîdê û zelalkirina rewşa Rêber Apo zêde dibin.
Şêniyên Kobanê, Minbic û Şehbayê bi çalakiyên cuda tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin her wiha banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocelan kirin.
li Herêmê ji bo agahî ji Rêber Apo were girtin, çalakî dewam dikin.
Şêniyên Kobanê li tecrîdê û hewlesta saziya pêşîlêgirtina li Êşkenceyê CPT’yê meşiyan.
Şêniyan di çalakiya xwe de tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin û teqez kirin ku ew ê ji bo azadiya Rêber Ocelan asta berxwedan û tekoşînê bilind bikin.
Desteya Tenduristiyê ya Rêverberiya Xweser a Minbic û gundewarê wê jî li dijî tecrîdê daxuyaniyek da.
Desteyê di daxuyaniya xwe de êş û nexweşiyên ji ber tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo diyar kir û ev bang kir:
CPT û rêxistinên mafên mirovan divê tecrîda li dijî rêber Apo bi dawî bikin û rewşa tenduristiya wî ji raya giştî re eşkere bikin.
Çalakiya konvedanê ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Efrînê ve li dijî tecrîdê hatibû li dar xistin di roja 3’an de dewam kir.
Îro bi sedan ji ciwan, koçberên Efrîn û pêkhateyên Şehbayê beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de, kesên ku axivîn tecrîda li dijî Rêber Apo şermzar kirin û bang li hemû pêkhateyên herêmê kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo bi erkên xwe rabin.



