Heya niha li Tirkiyeyê 3 hezar û 520  kes ji ber Coronayê mirine

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 832 kes bi vîrûsê ketin û 59 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên têkildarî vîrûsa Coronayê li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.

Fahrettîn Koca diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 832 kesên din  bi virûsê ketine û 59 kesan jî  jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî vê li Tirkiyê bi giştî zêdeyî 129 hezar kesî bi vîrusê ketine, ji wan 3 hezar û 520 kes mirine.

Back to top button