Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê Kurdistanê de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Di encama çalakiyên hêzên me de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker Qadên berxwedanê 2 caran bi bombeyên qedexekirî, carekê jî bi çekên kîmyewî bombe kir.
Di heman demê de 38 caran bi balafirên şer, 58 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qadên gerîla hatin bombebarankirin..
Her wiha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di êrişên dewleta Tirk de hevrêyê wan Agir Til-izêr şehîd bûye û ev yek hat ziman: “Ewladê leheng ê xelkê me yê Êzidî û yek ji milîtanên pêşeng ên berxwedana dîrokî ya li Werxelê hevrêyê me Agir Til-izêr di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 11’ê Hezîrana 2022’an şehîd bû.”



