Çeteyan ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê welatiyek revandin

Sûcên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrîna dagirkirî dewam dike.
Ji taxa Eşreviyê welatiyek û Raco jî 12 welatî hatin revandin û çarenûsa wan nediyar e.

Çeteyên Ehrar Elşerqiye yên girêdayî dewleta Tirk beriya du rojan welatiyê bi navê Nûrî Mihemed ê 43 salî ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê revand.

Hate diyarkirin ku Nûrî ji ber pakêt nedane çeteyan hatiye revandin û heta niha aqubeta wî nediyar e.

Komên çete 12 welatiyên Kurd ji navçeya Raco revandin

Li gorî çavkaniyên xwecihî jî komên ku navê polîsên sivîl lê tê kirin, 12 welatiyên Kurd ji navçeya Racoyê revandine.

Çavkaniyê diyar kir ku bi hinceta di navbera şêniyan û kesên li wir hatine bicihkirin de pevçûn derketiye, ev welatî hatine revandin.

Li Cindirêsê li dijî kesên li herêmê hatin bi cih kirin derketin xwepêşandanê

Li aliyekî din jî li ber dergeha Dêr Belot a Cindirêsê kesên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan ve li Efrînê hatine bicihkirin, li dijî şewtandina wesayeteke wan ji aliyê Cebhet El-Nusra xwepêşandanek lidar xistin.

Back to top button