Dagirkeran 6 welatî di nav de jinek li Efrînê revandin

Sûc û hovîtiya dagirkeriya tirk û çeteyên wê li efrînê bê navber dewam dikin.
Dagikeran herî dawî 6 welatî li navçeyên Cindirê, Şiyê û Şêrawa revandin.
Li gorî hatiye belgekirin, di nava meha borî de çeteyan 75 welatî li Efrînê revandine.

Li Efrîna dagirkirî, rojane nûçeyên kuştin, revandin dizî û talanê têne bihîstin.

Dagirkerên Efrînê ji bo ku zextê li welatiyên li Efrînê mane bikin serî li hemû rêbazên qirêj didin.

Rêxisitna Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan herî dawî bi hincetên weke her carê 6 welatî di nav de jinek li Efrînê revandin.

Li gorî rêxistinê navên kesên hatine revandin wiha ne:

Salih Ehmed Casim û Telal Mûsa yên ji gundê Qerbe yê navçeya Cindirêsê.

Kermo Mihemed û Ayşe Mehmûd Nasan yên ji gundê Dêr Sewan ya navçeya Şera.

Mehmûd Salih Hindî û Ehmed Cemo ji gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa.

 Di meha Îlonê de 75 welatî hatin revandin, zêdetirî 119 hezar dar hatin birîn

Bi destpêkirina berhevkirina zeytûnan jî çete berhemên daran didizin.

Heman çavkaniyê ragihand ku çeteyan li ser rêya navçeya Şiyê berhemên daran ên gelek welatiyan dizîn.

Her wiha li ser berhemên her darekê ku xwediyê wê li derveyî Efrînê ye 5 dolar weke bac ferz kirine.

Li aliyekî din, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bîlançoya sûc binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ên meha Îlonê eşkere kir.

Li gorî bîlançoya, dagirkeran di meha Îlonê li Efrînê:

75 welatî di nav de 5 jin revandine,

Zêdetirî 19 hezar dar birîne,

Dest danîne ser 17 hezar darên zeytûnê.

Her wiha li gundên Kefer Sefrê ê Cindirêsê û Qitmê jî mêtîngeh ava kirin.

منظمة حقوق الانسان عفرين: مقتل مواطنين واختطاف أكثر من 75 مواطن في عفرين المحتلة خلال أيلول الفائت

Back to top button