Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê kongreya xwe ya 8’an li dar xist

Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) kongreya xwe ya 8’emîn li dar xist û hevserokên xwe yên nû hilbijartin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di kongreya de axivî û diyar kir ku berxwedana gerîlayan bi dewleta Tirk dide wendakirin û divê Kurd xwedî li gerîlayan derkevin.

Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) ku ji 11 meclîs, 2 komun û 4 însiyatîfan pêk tê, Kongreya Xwe ya Asayî ya 8’an li bajarê Gerlafîngen ê Swîsreyê li dar xist.

Di kongreyê de tevî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, ji gelek kantonên Swîsreyê delege amade bûn.

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê Mûrat Ceylan bi navê dîwana kongreyê axivî û diyar kir ku ew kongreyê diyarî gerîlayên Kurd ên leheng dikin ku li çiyayên Kurdistanê bi taybetî jî li Zapê li ber xwe didin.

Ramzî Kartal: Berxwedana gerîla bi dewleta Tirk dide wendakirin

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal piştre li kongreyê axivî û diyar kir ku gerîla bi rengekî bêhempa li ber xwe dide û divê gelê Kurd jî ji vê berxwedanê re bibe bersiv.

Kartal anî ziman ku dewleta Tirk bi teknîkê êriş dike û got,

“Jê heye ku wê bi vî rengî li hemberî gerîla bi ser bikeve.

Lê belê gerîla jî li hemberî vê konseptê rêbazeke nû ya şer xiste dewrê û encamên erênî diafirînin.

Dewleta Tirk û hevalbendên wê winda dikin.

Berxwedana gerîla hêviyê dide Kurdan hemûyan.

Divê em jî weke girseya gel moralê bidin gerîla.

Divê Kurd hemû xwedî li gerîla derkevin.”

Kartal ragihand ku ji sala 2015’an û vir ve li hemberî tevgera Kurd şerekî mezin tê kirin, lê belê dewleta Tirk nekarî serketinekê bi dest bixe.

Piştî axaftinan rapor hatin xwendin û li ser hate niqaşkirin.

Kongre bi hilbijartina endamên dîwana hevserokatiyê û hevserokên CDK-S bi dawî bû.

Back to top button