Platforma Ekolojiyê ya Jin a Rojava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi daxuyaniyekê pêngavek destpê kir.
Pêngav ji 9 Çileyê heta 4’ê Nîsanê wê dewam bike.
Daxuyanî li Qamişlo bi dirûşma “Ji bo hebûna xwe li hemberî qirkirina jin û ya xwezayê li ber xwe bidin û bighêjin azadiyê” hate dayîn.
Di daxuyaniyê xwe de wiha hate gotin:
“Azadiya jin û xwezayê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye, ji bo em karibin azadiya xwe bidest bixin divê em fikrên rêber Apo pêk bînin.”
Platformê diyar kir ku ew ê pêngava wan ji 9’ê Çileya 2024 heta 4’ê Nîsanê dom bike û wiha anî ziman:
“Em bang li hemû welatiyan dikin ku ji 9 Çileyê û pê ve li mal, kolan û derdora xwe kulîlk û daran biçînin.
Ji bo em vegerin ser koka xwe û hemû komkujiyan rawestînin, bila bi feraseta `her malek şitlek, her şitlek darek’ di pêngava civakek ekolojîk de bibin yek.”
Hin ji xalên bernameya pêngavê jî wiha ne:
- Li navendên cuda wê semîner bên lidarxistin.
- Wê civîn bên çêkirin û nêzîkatiya `her malek şaxek, her şaxek darek` bê pêşxistin.
- Li deverên ku pêşengên jin lê hatine qetilkirin wê dar bên çandin.