RÊVEBERIYA XWESER: DEWLETA TIRK HEWL DIDE LIHEVKIRINÊ ASTENG BIKE

Rêveberiya Xweser penaberkirina welatiyên Sûrî, bi destwerdana Dewleta Tirk ji axa Sûrî re girê dide û daxwaza wê ya bicihkirina penaberên Sûrî ne li cihê wan û bi tayetî li herêmên Rêveberiyê red kir.
Berdevkê Rêvebriyê Luqman Ehmê behsa rewşa sînor jî kir û destnîşan kir ku, lihevkirina sêalî ya Mekanîzmeya Ewelkariyê, dilê Dewleta Tirk rehet nekir, ji ber vê hewl dide vê lihevkirinê asteng bike.

 

Piştî gelek danûstandinên dirêj û daxuyaniyên aliyan, roja 8 vê mehê, cara yekem dewriyeyên Emerîkî – Tirkî bi kordîneya Meclisa leşkerî ya Girê Spî li rojhilatê vî bajarî geriya.

Ev gav jî piştî ragihandina Tirkiyê û Emerîk ji odeyeke hevbeş û vekişîna YPG’ê ji ser sînor pêk hat.

Balkêş bû ku, Serokê AKP’ê Erdogan, careke din zimanê gefan bikar anî.

Rêveberiya Xweser jî dibêje, bi vê helwestê eşkere dibe ku, Dewleta Tirk aştiyê naxwaze û hewl dide vê lihevkirinê asteng bike.

Berdevkê Rêveberiyê Luqman Ehmê, diyar kir ku, ji ber planên wê yên dagirkeriyê negihştin serî, diyar e lihevkirina li ser mekanîzmeya ewlehiya sînor li xweşiya Tirkiyê neçû.

Ji lewre hewl dide, temamkirina lihevkirinê asteng bike.

 

RÊVEBERIYA XWESER:DEWLETA TIRK ALIYEKÎ PENABERKIRINA WELATIYÊN SÛRÎ YE

Helbet bihaneya Dewleta Tirk vê carê penaber in.

Ji xwe rayedarên Dewletê û di serî de Erdogan, eşkere dibêjin ku, dixwazin milyonek penaber li herêmê bi cih bikin.

Li ser vê jî kûrahiyeke 32 KM dixwazin.

Şîrovekar van gotinan bi rewşa Efrînê ve girê didin û wê bi plana guhertina demografîk pênase dikin.

Berî niha jî Rêvebriya Xweser amadekariya xwe ji bo pêşwazîkirina penaberan ragihandibû û gotibû, ji bilê kesên ku sûc kirine, her kes dikare vegere cih û warê xwe

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê teqez kir ku, ji ber Dewleta Tirk aliyekî penaberkirina welatiyan e, hemû maf û milkên wan li herêmên dagirkirî desteser kirine.

 

RÊVEBERIYA XWESER:EM TÊGEHA BICIHKIRINA PENABERAN NE LI CIHÊ WAN, RED DIKIN

Wî pêşwazîkirina Rêveberiya Xweser ji sedhezaran welatiyên Sûrî bibîr xist û teqez kir, mafê her kesî li vir parstî ye, lê belê têgeha bicihkirina wan li herêmên ne yên wan ango yên rêveberiyê, red dikin.

Leave a Reply

Back to top button