Dewleta Tirk ji bilî dizîna zeytûnan, pê bazirganiyê jî dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe hem berhemên zeytûnan didizin û hem jî pê bazirganiyê dikin. Her wiha çeteyan li gundê Golê êrîşî şêniyekî Kurd kir. Li gel wê jî, 2 sivîl ji Efrînê hatin revandin.

Ji bilî talan û dizîna berhemên darên zeytûnan, dewleta Tirk vê carê bazirganiyê bi wan dike.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand ku Istixbarata Tirkiyê bi behaneya kontrolkirina buhaya zeytê, li navçeya Cindirêsê navendek vekiriye.

Li gorî rêxistinê, ew her tenekekî zeytê ku 16 KG e, bi 40- 50 dolarî difiroşin.

Li gel wê jî dewleta Tirk zeyta zeyûnan piştî dizîna wê, derbasî bazara Ewropayê dike û li wir pê bazirganiyê dike.

Rêxistinê da zanîn jî ku Mijdara 2018’an Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyê li xwe mukir hatibû ku welatê wî dest daniye ser berhemên zeytûnên Efrînê û hewl dide pê aboriya xwe xurt bike.

Li gorî wê, tenê li gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê zêdetirî 500 darên zeytûnê hatin dizîn.

Tevî wê li heman gundî, çeteyan 15 hezar dar desteser kirine.

Jê Ebdo Ismet Murad û birayên wî hezar û 300

Nebî Murad hezar û 800

Ebdîn Hec Ebdo 350

Celal Mihemed Murad 500

Malbata Kedro 8 hezar

Mihemed Hisên Ceso 150 dar in.

Li gundê Kotana yê Bilbilê jî çete bacan li xwediyê zeytûnan disepînin û li gorî wê nîvê berheman desteser dikin.

Çeteyan li gundê Golê êrîşî şêniyekî kir

Li aliyekî din jî, revandin û êşkencekirina şêniyan dewam dike.

Heman rêxistinê eşkere kir ku li gundê Golê yê Bilbilê malbatên çeteyan êrîşî şêniyê Kurd ê bi navê Zekeriya Hisên Beko kir û bi giranî ew êşkence kirin.

Rêxistinê diyar kir ku ji ber Zekeriya rê nedaye çete û malbatên xwe diziya berhemên wî yên zeytûnan bikin, çeteyan êrşî wî kir.

Çeteyên dewleta Tirk 2 şênî revandin

Her wiha malpera Afrîn Post ragihand ku istixbarata Tirkiyê 8’ê Cotmehê ciwanê bi navê Heysem Heyder ji gundê Hemamê yê Cindirêsê revandin..

Li hemwextî wê jî 14’ê Cotmehê Istixbarata Tiriyê şêniyê bi navê Welîd Mistefa Tîtî yê ji navçeya Şiyê li Stanbolê bi tawanên ne rast revandin û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

Back to top button