Başaran: Li derdora tecawîzkaran mertalan ava dikin

Her çiqasî faşîzma AKP’ê dixwaze rojeva parastina xwe ya tecawîzkaran biguhere jî lê bisernakeve.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Başaran careke din diyar kir ku deshilat tecawîzkar Mûsa Orhan bi eşkere diparêze.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başarn li navenda giştî ya partiya xwe ya Enqerê têkildarî rojeva jinan civîna çapemeniyê li dar xist.

Başaran bal kişand ser berdana çawişê tirk Mûsa Orhan ê tecawizkar ku bû sedema mirina Îpek Er û wiha got:

Ev rewş rewşek meyldariya taybet e.

Di encama vê yekê de pêk hatiye.

Em baş dibînin ku ev yek tê birêxistinkirin.

Başaran anî ziman ku deshilat dixwaze tecacawizkar Orhan bê ceza bimîne û ev tişt anî ziman:

Em dibînin ku tecawaizkar diparêzin û li derdora wî mertalan çê dikin.

Wî bi xwe gotibû ‘tiştek bi min nayê.

Tevî ku di dosyeyê de sûcê wî eşkere ye jî lê dîsa hat berdan.

Back to top button