Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê ji bo rêgirtina li ber belavbûna Coronayê gelek tedbîr girtin

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusa Coronayê gelek tedbîr girtin.

Şaredariya Gel, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên sereke, cihên qelebalix û sûkên girtî pak kirin.

Xebatên pakkirinê ji taxa Benî Zeyd û Eşrefiyê dest pê kir heta beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd û Marûf dewam kirin.

Li ser mijarê, hevseroka Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fatima Heyder axivî û diyar kir xebatên pakkirin û reşandina derman berdewam dikin.

Hevseroka Şarederiyê bang li şêniyan kir ku tedbîrên pêwîst yên xweparastins ji coroanyê bigrin.

Back to top button