“PDK ya ku bû sedema fermanê nabe êdî careke din vegere Şengalê”

Li ser êrişên dawî, planên PDK’ê yên li ser Şengalê ji serokeşîrên Feqîran Berekat Mirad û Hevserokê Meclîsa Gel ya nehya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Ilyas axivîn û bertek nîşan dan.
Di axaftinan de hate gotin:
“Nabe PDK a ku Şengal ji DAÎŞ’ê re hişt vegere”
Herwiha ji bo pêşîlêgirtina fermanên nû banga piştgiriyê û banga vegerê li civaka Êzidî hate kirin.

PDK û Hikumeta Mistefa Kazimî ya Iraqê di demên dawî de ji bo Peymana 9’ê Cotmehê ku bê îradeya xelkê Şengalê hatibû îmzekirin, bicih bînin, di nava hewldanan de ne.

Ji serokeşîrên Feqîran yê Êzidî Berekat Mirad têkildarê zext û hewildana PDK’ê ya ji bo ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê bersiva pirsên ajansa ANF’ê da.

Berekat Mirad diyar kir yên ku Şengal hiştin û bûn sedema fermana li ser Êzidiyan divê cardin neyên Şengalê.

Bereket Mirad: Divê welatiyên Êzidî vegerin Şengalê

Derbarê zextên hikûmeta Iraq’ê yên li ser Şengalê jî Berekat Mirad ev tişt anî ziman:

“Me dema şerê Iraqê jî ji bo vê axê şehîd dan.

Lê îro hikûmeta Iraq’ê bi dewletên din lihev bike û bi hinceta ku bêjin PKK têde ye û zextê li vî miletê me bikin, ne raste. ”

Di dawî de Berekat Mirad ji bo pêşîlêgirtina fermanên nû banga piştgiriyê û banga vegerê li civaka Êzidî kir.

Têkildarî plan û hewldanên PDK’ê yên li ser Şengalê Hevserokê Meclîsa Gel ya Sinûnê Xwedêda Ilyas jî axivî.

Xwedêda Ilyas: Em Şengalê careke din radestî malbata Barzanî nakin

Xwedêda Ilyas destpêka axaftina xwe de behsa sedema êrişên ser Şengalê kir û balkişand ser Peymana 9’ê Cotmehê.

Ilyas diyar kir piştî PDK kete Şengalê û li vir kar û xebat meşand, ji 2003-2014’ê planek dan ava kirin ku miletê Êzidî û civaka Ereb bikin dijminê hev û fermanê pêk bînin.

Xwedêda di dewamê de qala rola PDK’ê ya di êrişên ser Şengalê de kir û bang li hêzên girêdayî PDK’ê kir werin rêya rast.

Hevserokê Meclîsa Gel ya Sinûnê Xwedêda Ilyas diyar kir ew êdî qebûl nakin bibin amûra bazarên tu kesî û ev peyam da:

“Em ji PDK’ê re jî dibêjin, em terka Şengalê nakin.

Peyama min ji malbata Barzanî re eve, xwe ji Şengalê bikşînin.

Em Şengalê cardin teslîmî we nakin.

Civaka me jî divê xwedî li axa xwe derkeve. “

Back to top button