Doza “Bedel Berwarî” û “Omîd beroşkî” cardin hat bipaşxistin

Partî Demokratî Kurdistan (PDK), azadîxwazan bêdeng dike..
Kurdên Başûrê Kurdistanê, nemaze yên Behdînanê, ji ber ku mafxwaziyê tên girtin..
Mamoste Bedel Berwarî û rojnamevan Omîd Beroşkî, yên ku ji par ve girtî ne, biryar bû ku duh bihatana dadgehkirin..
Lê ji ber sedemên nediyar, dadgeha Hewlêrê cardin rûniştina dadgehkirinê bi paş xist..

PDK, berê Kurdan daye girtin û çewisandinê..

Di zindanên PDK’ê de, bi sedan bêsûc dimînin bê ku ti tawanê bikin..

Bi ser de jî, PDK’ê dozên wan paşguh û taloq dike..

Piraniya wan girtiyan, ji herêma Behdînanê ne..

Ji wan, mamoste Bedel Berwarî û rojnamevan Omîd Beroşkî, ji 19’ê Tebaxa 2020’an li gel PDK’ê girtî ne..

Biryar bû duh her du bihatana dadgehkirin, lê ji ber hin sedemên nediyar rûniştin cardin hatin bipaşxistin..

Ji parêzerên girtiyên Behdînanê, Beşdar Hesen da zanîn ku Dadgehê Hewlêrê rûniştina dadgehkirina Berwarî û Beroşkî ji bo 12’ê Cotmehê bi paş xist..

Arî Berwarî: Divê PDK dersê ji hilweşîna sedam bigire

Kurê Bedel, Arî Berwarî got tenduristiya bavê wî û tevaya girtiyan pir xirab e..

Arî anî zimên PDK’ê li girtiyan fişarên derûnî dike û nahêle malbatên xwe bibînin..

Li Silêmanî jî, komeke rojnamevan û çalakvanan ji bo doza girtiyan çalakiyek li dar xist..

Di çalakiyê de, çalakvanan banga serbestkirina tevaya girtiyan kir..

Çalakvanan her wiha bang li aliyên siyasî û mamosteyan hemûyan kir ku beramber doza Bedînaniyên girtî helwesteke hê tundtir nîşan bidin..

CPT jî, ji aliyê xwe ve hemanê bangê li rayedarên desthilata Başûrê Kurdistanê dike..

Lê belê, CPT, aliyên siyasî û Saziyên Mafên Mirovan, ji dana daxuyaniyan wêdetir, heya niha, ti hewlên ciddî der barê doza girtiyan de nedane..

Back to top button