Ji bo ku sûc û darvekirinên rejima îranê di tora civakî de belav nebin, Wezîrê Karê hundîr yê Îranê hewil dide malperên dijîtal bide girtin.
Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Ehmed Wehîdî ragihand ku ji bo blok-kirina malperên dijîtal li Îranê kar tê kirin.
Bikarhênerên medya civakî sûcên li Îranê tên kirin bi parvekirinê radixin pêşberî dadgehan.
Rejîma Îranê berê jî tedbîrên astengkirina Telegram û medyayên dijîtal pêk anîbû.
Çalakvanan li ser Twitterê dîmenê xwepêşanderê Îranî Mecîd Riza Rehanwerd belav kirin.
Mecîd berî ku were darvekirin dibêje: ” Negirî, kêfxweş be û li mûzîkê guhdar bike da tu kêfxweştir bibî.
Yekitiya Ewrupayê bang li Îranê kir ku darvekirinan biseknîne
YE’ê jî di daxuyaniya xwe de bang li rayedarên Îranê kir ku tavilê cîbicîkirina cezayê darvekirinê rawestîne û cezayên ku hatine dayîn bên betalkirin.
Di civînê de bidarvekirina xwepêşandêran wekî ‘inkarkirina rûmeta mirovî’ hate binavkirin.
Desthilata Îranê bi riya gef, binçavkirin, kuştin û darvekirinê hewil dide pêşîya serhildanan bigre.



