DBP li Amedê konferansa xwe ya mezin li dar xist

Partiya Herêmên Demokratîk-DBP li Amedê konferansa xwe ya mezin li dar xist.
Bertekên li dijî tecrîdê û daxwaza azadiya Rêber Apo mohra xwe li konferansê da.
Beşdaran diyar, di kûrbûna pirsgirêka Kurd de rola tecrîdê mezin e û hate gotin:
Şikandina tecrîdê têrê nake, divê em Birêz Ocalan azad bikin.
Konferans bi hilbijartina hevserokên giştî yên nû ên partiyê bi dawî bû.

Partiya Herêmên Demokratîk-DBP li Amedê konferansa xwe ya mezin li dar xist.

Konferans bi dirûşma “Em ê bi civaka rexistinbûyi jiyana azad ava bikin” pêk hat.

Piştî hilbijartina endamên dîwanê, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî.

Saliha Aydenîz: Çareserî konfederalîzma demokratîk e

Saliha Aydenîz bal kişande li ser şerê li Rojhilata navîn û qeyrana netew dewletê.

Aydenîz diyar kir ku ev sed sal in Rojhilata Navîn di nava şer de ye û got:

“Navenda vî şerî jî Kurdistan e.

Me di van sed salan de dît ku netewe dewlet tenê dibe sedema aloziyan.

Lewma ev şerên bi sedan sala ye didome ne ji bo gelan, jinan û azadiyê ye.”

Aydenîz anî ziman ku çareserî Konfederalîzma Demokratîk e û wiha got:

“Çareserî, li gel birêz Abdullah Ocalan e. Lewma tecrîdê ewqas giran dikin.”

Salîha Aydenîz: Heta ku birêz Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin

Salîha Aydenîz destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya gelan û ev peyam da:

Heta ku tecrîd bi dawî dibe û Abdullah Ocalan azad dibe em ê li her derê li ber xwe bidin.

“Heke tecrîd û şer gihiştibe vê astê sedem perçebûna Kurdan e”

Hevserokê partiyê Keskîn Bayindir jî bi silavkirina beşdaran dest bi axaftinê kir.

Keskîn Bayindir jî di axaftina xwe de îşaret bi giringiya yekitiya netewî kir.

Bayindir got:

“Heke îro tecrîd û şer gihiştibe vê astê, sedema herî bingehîn a vê yekê perçebûna nav Kurdan de ye.”

Keskîn Bayindir: Di kûrbûna pirsgirêka Kurd de rola tecrîdê mezin e

Bayindir bi bîr xist ku di kûrbûna pirsgirêka Kurd de rola tecrîdê mezin e û got:

Ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, divê gelê kurd di şert û mercên azad de siyaseta xwe bimeşîne.

Keskîn Bayindir: Niha dem dema azadiyê ye

Keskîn Bayindir diyar kir niha dem dema azadiyê ye û banga xurtkirina xwe birêxistinkirinê kir.

“Şikandina tecrîdê têrê nake, divê em birêz Ocalan azad bikin”

Her wiha Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan-HEDEP Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari jî li konferansê peyamên xwe dan.

Hevserokan bal kişandin li ser tecrîda li dijî Rêber Apo û gotin:

Şikandina tecrîdê têrê nake, divê em Birêz Ocalan azad bikin.

Di belgeya helwestê de nexşerêya xeta têkoşînê hate destnîşankirin

Piştî axaftinên beşdaran Belgeya Helwestê ya Konferansê hate eşkerekirin.

Di belgeyê de nexşerêya xeta têkoşînê ya dema pêş hate destnîşankirin.

Her wiha ji bo azadiya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd rêyên demokratîk hate diyarkirin.

Çîgdem Kiliçgun Uçar û keskîn bayindir bûn hevserokên giştî yên DBP

Paşê ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê pêşniyar hatin kirin.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a berê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bûn hevserokên giştî yên partiyê.

Back to top button