Îran: Hevkariya bi Kuba re wê cezayên Amerîkayê bêbandor bike

Piştî 22 salan Kubayê serdana Îranê kir.
Di hevdîtina her du welatan de bi taybetî cezayên Amerîkayê, êrîşên Îsraîlê li dijî Xezayê hat nîqaşkirin.
Piştî hevdîtinê di qada zanistî, teknolojî, tenduristî, çandî, enerjî û pêwendiyê de peyman hatin îmzekirin.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reisî bi Serokê Dewletê Kubayê Mario Diaz-Canel’ê re li qesra Saadat Abadê civiya.

Îbrahîm Reisî di civîna hevpar a çapemeniyê de destnîşan kir ku piştî şoreşa Îranê ya 1979’an têkîliyên Îranê bi Kubayê re pêş ketiye.

Her wiha Reisî got:

“Amerîka plan dikir bi rêya pêkanîna cezayan welatên me bêbandor bike. Ew fikrê wan şaş bû.

Derfetên her du welatan heger di çarçoveya hevkariyê de were nirxandin û pêşxistin wê cezayan bê bandor bibin.”

Reisî: Êrîşên Îsraîlê yê li dijî Xezayê civaka navneteweyî bê bandor kiriye

Li aliyek din Reisî bal kişand êrîşên Îsraîlê yê li dijî Xezayê û ev tişt anî ziman:

“Her du welatan li gel xelkê Fîlîstînê ne û di vê mijarê de biryardarin.

Êrîşên Îsraîlê yê li dijî Xezayê civaka navneteweyî bê bandor bûye.

Divê civaka navneteweyî Îsraîla makîneyê şer e rawestîne.”

Diaz-Canel: Armanca serdana me ji bo pêkanîna armancên demdirêj e

Diaz-Canel jî axivî û diyar kir ku piştî 22 salan ji Fidel Castro cara yekê di asta seroktiya dewletê serdana li Îranê pêk hatiye.

Diaz-Canel axaftinê xwe wiha domand:

“Têkîliyên dîrokî ya di navbera her du welatan de ku xwe dispêre rêzgirtin û hevkariyê 40 sal zêdetir e.

Armanca serdana me ew e ku Îran li Rojhilata Navîn welatekî dost e û ji bo pêkanîna armancên demdirêj çêbû.

Di heman demê de Diaz-Canel jî derbarê êrîşên Îsraîlê yê li dijî Xezayê de axivî û got:

“Em êrîşên Îsraîlê şermezar dikin. Ku di encamê de bi hezran kes hatin qetilkirin.

Divê demildest agirbest pêk were û ji bo damezrandina dewleteke Filîsîtînî yê serbexwe şert û mercan were guncavkirin.”

Piştî hevdîtinê di qada zanistî, teknolojî, tenduristî, çandî, enerjî û pêwendiyê de peyman hatin îmzekirin.

Back to top button