Nivîskarên Urdinê û Misirê: Ocalan sembola azadîxwazên li cîhanê ye

Nivîskarên Urdinî û Misrî behsa girîngiya fikirê Rêber Abdullah Ocalan dikin.
Ew dibêjin ku fikrên Rêber Apo ji aloziyên Rojhilata Navîn, doza Kurd û Filistînê re çareserî ye.

Nivîskara ji Urdinê Emel El Kurdî da zanîn ku Rêber Apo girîngî da civakan û civaka xwezayî ku li ser jin û dayikê dûrî fikra mêrên desthilatdar ava bûye û wiha got:

“Fikrên birêz Ocalan ên ku banga hevkariyê di navbera gelan dikin, ne li gorî rojavayiyên emperyalîst bû ku dixwazin berhemên herêmê talan bikin.

Ji ber wê li dijî wî komployeke navneteweyî li dar xistin ji bo ku nehêlin fikrên wî belav bibin.

Lê dîsa jî piştî 25 salan li ser girtina wî, Ocalan hîna sembola azadîxwazên li cîhanê ye.

Divê parêzname û pirtûkên birêz Ocalan bên xwendin.”

Nivîskar û dîroknasê ji Misirê Elî Ebû El Xeyr jî eşkere kir ku projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo çareseriya tevahî pirsgirêkên li herêmê ye û wiha anî ziman:

“Fikrên Ocalan li dijî netewedewletê ne ku wêranî û xirabî bi xwe re anîn herêmê.”

Neoklîs Sylîkîotîs: Divê felsefeya Ocalan li Qibrisê bê belavkirin

Back to top button