Parêzer Tahîr Demîrcî: Divê baro li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin

Parêzerê Tahîr Demîrcî destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê binpêkirina mafê mirovî ye û di serî de Baroya Stenbolê bang li hemû baroyan kir ku li dijî tecrîdê peywira xwe bi cih bînin
Cîgirê Hevserokên Giştî yê partiya HDP’ê Tayip Temel jî da zanîn ku ew ê li dijî tecrîdê hemû derfetên xwe seferber bikin û got:
“Bi sala nû re em ê bi berxwedanê li dijî tecrîdê derdoran rêxistin bikin”

Hewldanên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û astengiyên li ber hevdîtina bi parêzeran re didomin.

Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), li Stenbol, Îzmîr, Amed û Şirnexê serî li baroyan dan û xwestin ku bikevin tevgerê.

Parêzerê Tahîr Demîrcî têkildarî tecrîdê û serlêdanên ku ji bo baroyên hiquqî hatin kirine axivî.

Tahîr Demîrcî destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê binpêkirina mafê mirovî ye û û got::

“21 meh in haya me ji Ocalan û tenduristiya wî tune ye.

Em nizanin çi tê kirin û rewşa li wir çiye.”

Demîrcî diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê wan serî li Baroya Stenbolê dane û wiha dewam kir:

“Me ew vexwandin ku peywira xwe bi cih bînin.

Bêhiqûqîtiya li Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye.

Heke em pêşiyê negrin, dê dewam bike..

Di serî de Baroya Stenbolê, divê hemû baro peywira xwe bi cih bînin”

Parêzer Tahîr Demîrcî bal kişand ser helwesta CPT’yê jî û got:

“Divê CPT eşkere bike ku li Îmraliyê çi diqewime.

Demildest divê parêzer bi birêz Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bikin.”

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayip Temel jî li ser tecrîdê axivî..

“Ji bo tecrîd were rakirin em ê hemû hêza xwe seferber bikin”

Temel da zanîn ku nêzî du salan e tecrîda giran û peywendî bi Ocalan re tune û got::

“Ne pekane gelê kurd û hêzên demokrasiye yên Tirkiyeyê pergala tecrîda li Îmraliyê qebûl bikin.

Bi sala nû re em ê bi berxwedanê li dijî tecrîdê rabin.

Em bang li hemû aliyan dikin ku piştgirî bidin vê berxwedana li dijî tecrîdê.”

HDP li dijî tecrîdê li Edene û Êlihê mîtîngan li dar dixe

Her wiha li dijî tecrîdê, di 24’ê kanûnê de li Edeneyê û 25’ê kanûnê li Êlihê li dijî tecrîdê û polîtîkayên şer ên AKP-MHP HDP mîtîngan li dar dixe.

Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş bang li gel kir ku di roja mîtîngê de li qadan amade bin..

Mehmet Karakiş anî ziman ku heya tecrîd bidome, wê li welat ne aştî, ne jî aramî û pêşketina aboriyê çêbibe.

Back to top button