Ebdulkerîm Siko: Başûrê Kurdistanê di xeteriyeke rasteqîn de ye

Sekretêrê PDKS’ê Ebdulkerîm Siko destnîşan kir ku ji ber planên dewleta Tirk a dagirker, Başûrê Kurdistanê di xeteriyeke rasteqîn de ye. Siko bêdengiya hikumeta Başûr rexne kir û bang li partiyên siyasî yên Kurdî kir ku bi lez lêvgerek siyasî Kurdî yekbûyî ragihînin û sînorekî ji palnên Tirkiyê re deynin. 

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe hem li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û hem li Başûrê Kurdistanê didomîne.

Tevî dijwariya êrîşan û bertekên gel jî, hîna hêzên navneteweyî û hikumeta Başûrê Kurdistanê bêdeng in..

Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurdistanê -Sûriyê/PDKS’ê, Ebdulkerîm Siko di vê der barê de axivî û got:

“Dewleta Tirk dijminatiya her projeyeke Kurdî dike.

Rakirina ala Başûrê Kurdistanê ji deriyê Xelîl ê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de, nîşaneya vê yekê.”

Siko bi bîr xist ku di dema serdanên fermî yên hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyê de ,ala Tirkiyê tenê tê hildan.

Ev dide diyarkirin ku Tirkiyê ne tenê dijminahiya aliyekî Kurdî dike û piştgiriyê dide yê din, Tirkiye Kurdekî li ku derê be, dike armanc..

Sekretêrê PDKS’ê anî ziman ku ji ber çavbirçîbûna dewleta Tirk, Başûrê Kurdistanê di xeteriyeke rasteqîn de ye.

Siko dibêje:

“Tevî bertekên gelê Başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên Tirkiyê û redkirina dagirkeriyê, lê hikumeta wê hîna bêdeng e.

Divê partiyên Kurdî li gorî daxwazên gel tev bigerin û tevahî têkiliyan bi Tirkiye û îtîlafê re qut bikin.”

Ebdulkerîm Siko:

Divê partiyên siyasî yên Kurdî bi lez lêvgerek siyasî ragihînin

Ebdulkerîm Siko: Ma Lîbya, Misir, Qibris û Yûnanistan Kurdistan e, Erdogan li wir çi dike?

Ebdulkerîm Siko îşaret pê kir ku dewleta Tirk destwerdanê li gelek dewletan mîna Lîbya, Misir, Qibirs û Yûnanistanê dike, lê gel dagirkeriya Osmaniya nû qebûl nakin.

 

Back to top button