Ji ber zextên AKP’ê, hejamra Tirkan li Almanyayê duqat bûye

Ofîsa Federal a Koçberî û Penabertiyê ya Almanyayê, hejmara daxwazên penabertiyê yên ji aliyên Tirkan bo Almanyayê, eşkere kir. Di raporê de hat destnîşan kir ku ji ber zextên hikumeta AKP’ê li ser gel, ev hejmar li beramberî salên borî duqat bûye.

Di rapora Ofîsa Federal a Koçberî û Penabertiyê ya Alamanyayê de hat ragihandin ku par hejmara penaberên Tirk ên xwestin derbasî Almanyayê bibin 11 hezar û 423 kes bûn.

Li gorî raporê, hikuemta Alman ji sedî 47.4 ji daxwazên penabertiyê qebûl kiriye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku berî 2016’an, ji sedî 80 yên bi eslê xwe Kurd daxwazên penabertiyê pêşkêş dikirin, lê di 2019’an de hejmara Tirkan bitenê gihaşt ji sedî 50.

RAPOREKE ALMANÎ FERMÎ:
JI BER ZEXTÊN AKP’Ê, HEJAMRA TIRKAN LI ALMANYAYÊ DUQAT BÛYE

Leave a Reply

Back to top button