Li Tirkiyê dijî namzetên kurdan operasyonên qirkirina siyasî didome.
Namzeta parementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez, piştî ku Suleyman Soylû ew hedef nîşan da, hat girtin.
Wezîrê Karên Hindir ê Tirkiya dagirker Suleyman Soylû, duh êvarî di bernameya Televîzyonê de Partiya Çepên Kesk û namzetên wê hedef nîşan da.
Piştî vê hedefnîşandanê doh êvarê polîsan li avêt ser mala namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez.
Hat îdiakirin ku Donmez berê tevlî nava PKK’ê bûye û vegeriyaye. Li midûriyeta polîsan têkildarî vê îdiayê wêneyek nîşanê Aytenê dan.
Aytenê jî di îfadeyaa xwe de diyar kir ku ew zewicandiye û du zarokên wê hene û ev îdia red kirin.
Piştre Ayten sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin.
Li dozgeriyê jî heman wêne ji Aytenê hat pirsîn û bi “endamtiya rêxistinê” hat sûcdarkirin.
Dozger bi daxwaza girtinê Ayten sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kir. Dadgeriyê Ayten biryara girtinê da û hat girtin.