23 roj in PDK cenazeyên gerîla nade malbatên wan

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li Deriyê Sêmalka ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine 23 roj in dewam dike.
Heta niha PDK’ê xwe li bêdengiyê daniye û bersiva malbatan nade…
Îro jî dayikên şehîdan ên ji Tirbesipiyê û dayikên aştiyê berê xwe dan deriyê sêmalka û tevlî çalakiyê bûn.

Dayikên şehîdan ên ji navçeya Tirbespiyê û Dayikên Aştiyê berê xwe dan deriyê Sêmalka û dengê xwe tev li dengê dayikên şehîdan kirin ên ku ji 5’ê cotmehê de ji PDK’ê daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin..

Dayikên Şehîdan bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî radestî malbatên wan bikin…

23 roj in gelê herêmê û malbatên şehîdan bang li PDK’ê dikin ku Cenazeyan radestî malbatên wan bike, lê hata niha PDK’ê xwe li bêdengiyê daniye..

Tê payîn sibê jî şêniyên Qamişlo û endamên Şaredariyên Gel ên girêdayî kantona Qamişlo tev li çalakiyê bibin…

Back to top button