Partî û saziyên Kurd derbarê êrişên Tirkiyê de bang li OPCW kirin

Nerazîbûnên li dijî dewleta Tirk ya ku li dijî gerîla çekên kîmyewî bikartîne zêde dibin.
Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropayê derbarê êrişên bi çekên kimyewî yên dewleta Tirk bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî kirin.
Saziyan balkişandin ser bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û jê xwestin bikeve nava tevgerê.

Arteşa Tirk a dagirker, 23’ê Nîsanê ve êrişî başûrê Kurdistanê dike.

Arteşa Tirk a ku li hemberî berxwedana gerîla binket, li herêmê li dijî hêzên gerîla û sivîlan dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir.

Tekildarî sûcên şer ên dewleta Tirk ku li dijî gerîla çekên kîmyewî bikartîne, partî û Saziyên Kurd ên li Ewropayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropa: Li dijî sûcên dewleta Tirk hêzên navnetewî bêdeng dimînin

Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropayê di daxuyaniyê de bal kişandin ser bêdengiya qada navneteweyî ya li dijî qirkirina gelê Kurd û wiha hat gotin;

“Heta niha gelek agahiyên misoger ên li ser çekên qedexekirî çawa hatine bi karanîn, ji aliyê saziyên Ewrupayî ve jî hatine lêkolînkirin û hatine pêşkêşkirin.

Lê ya balkêş ev e ku, hêzên navdewletî, saziyên wan, hin aliyên xwe serbixwe nîşan didin, li dijî van êrişên derveyî huqûq û mirovahiyê, weke dîwar bêdeng dimînin!”

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê yên ku ji 23 Nîsanê ve didomin hate bibîrxistin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi sûcên şer huqûqa navneteweyî binpê dikin.

Sazî û partiyan li beramberî sûcên şer yên dewleta Tirk ku li dijî gelê Kurd pêk tînin erka rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW’ê destnîşan kirin.

Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropayê bi çend pirsan wiha bang li rêxistina OPCW’ê kir;

“Em zanin ku diviya rêxistina OPCW li ser mijara bikaranîna çekên kimyewî herî lezgîn û çalak tevbigeriya.

Ma sedema hebûna we, ne pêşîgirtina bikaranîna çekên qedexekiri ye? Lê tevî ewqas agahî û metirsiyan gelo çima hûn tevnagerin?”

Heta niha tekildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk , di serî de PKK’ê-KCK’ê, rêxistinên jinan,
saziyên sivîl û gelek rewşenbîran ji rêxistina OPCW’ê re name şandin û bang kirin ku biçin li herêmê rastiyê lêbikolin.

Nexasim heta niha ti saziyên pêywendîdar ji bo lêkonlînkirina sûcên şer yên dewleta Tirk neketine tevgerê.

Back to top button