Hunermendê Nemir Mihemed Şêxo li ser gora xwe hate bibîranîn

Hunermend Mihemed Şêxo di 33. salvegera wefata xwe de li ser gora xwe a li Qamişloyê hate bibîranîn…

Hunermendê nemir Mihemed Şêxo îro di 33. salvegera xwe de bi amadebûna malbat û hevalên xwe li ser gora xwe hate bîranîn..

Di merasîmê de gelek nivîskar, rewşenbîr û hunermed amade bûn…

Her wiha di bîranînê de li ser gora Mihemed Şêxo stran hatin gotin û axaftin hatin kirin…

Li ser gora hunermendê nemir Mihemed Şêxo mamoste Mihemed telal ê yekitiya rewşenbîran axivî û wiha got:

Mamoste Beyan dawud jî Mihemed Şêxo bibîr anî û got: dimen m şêxo di hewuzê Sozdar Memûr deye

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, ji bo salavegera Mihemed Şêxo merasîmeke bîranînê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Li merasîmê nûnerên ji Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, Yekitiya Nivîskaran a Kurd li Sûiryê, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, malbata Mihemed Şêxo û hezkerê hunera kurdî amade bûn.

Piştre endamê Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo çend stranên Mihemed Şêxo pêşkêş kirin.

 

Back to top button