Dewleta Tirk rêya M4 û xwaringeha Naxil ên Eyn Îsayê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya M4 û Xwaringeha Nexîl ên li rojhilatê Eyn Îsayê bi mûşekan topbaran kirin. Vê êvarê di navbera çeteyên dewleta Tirk de li Cerablusa dagirkirî şerekî dijwar rû dida.

Vê êvarê di saetên şevê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi mûşekan rêya M4 û Xwarina Nexîl a li rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kirin.

Di heman demê de balafirên keşfê li asîmanên herêmê jî digerin.

Li Cerablusê, di navbera çeteyên Tirkiyê de şerekî dijwar rû dida

Li gorî çavkaniyên herêmî, vê êvarê di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Cerablusê de şerek dijwar heye.

Lê sedema vî şerî nehat zanîn. Li gorî agahiyên heyî, kuştî û birîndarên çeteyan hene û li bajêr rewşek awarte heye.

Back to top button