Dewleta Tirk careke din desteka leşkerî dişîne baregeha Wetiya

Piştî pergalên wê yên parastinê bi temamî hatin wêrankirin, dewleta Tirk careke din desteka leşkerî derbasî baregeha Wetiya ya Lîbyayê dike..Berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî jî diyar kir ku Tirkiye êdî ber bi bajarê Sêrtê ve diçe û bang li Komkara Welatên Ereb û civaka navneteweyî kir ku helwesteke zelal nîşanî hebûna Tirkiyê bidin û bi berpirsyartiya xwe rabin.

Dewleta Tirk weke her car qanûnên navneteweyî binpê dike û desteka leşkerî dişîne Lîbyayê.

Piştî valakirina barê 2 balafirên Tirkiyê li balafirgeha Miêtîqayê, çavkaniyin leşkerî yên Lîbî ragihand ku duh êvarî barê herdu balafiran ber bi aliyê rojava ve ketin rê.

Li gorî malpera ItaMilRadar a Îtalî, 2 geştên asmanî yên nû ji Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve hatin tomarkirin. (Wêneyê bi kar bîne)

Çalakvanên Lîbî jî wêneyên karwanên leşkerî ku ji gelek kamyonên tije çek û alavên leşkerî pêk dihatin, belav kirin.

Tê payîn, ev karwan derbasî baregeha Wetiya bûne.

Jixwe Yekşema borî, baregeh rastî rêze-êrîşên asmanî yên dijwar hatibû.

Serê vê hefteyê, dezgehên ragihandina Tirkiyê ragihandibû ku artêşa Tirk wê pergaleke parastinê ya nû li baregeha Wetiya bi cih bike.

Li gorî raporan jî, hat diyarkirin ku artêşa Tirk wê pergala S-125 ya vê dawiyê ji Ukrayanayê kirîbû li qada asmanî ya bajarê Sêrtê û hinek deverên din ên stratejîk çalak bike.

Herî dawî jî hat ragihandin ku Enqere li ser avakirina baregeheke asmanî û yeka deryayî li bajarê Misratayê dixebite.

Mismarî: Tirkiye ber bi bajarê Sêrtê ve diçe

Di heman çarçoveyê de jî, berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî duh êvarî ragihand ku dewleta Tirk dixwaze bighêje herêma petrolê da bi temamî dest deyîne ser Lîbyayê.

Mismarî teqez kir jî ku artêşa Lîbî tevgera Tirkiyê li derdora bajarê Sêrt û Cefrayê şopandiye.

Mismarî: Divê Komkara welatên Ereb helwesteke zelal nîşanî destwredana Tirkiyê bidin

Ji bo vê destwerdana dewleta Tirk jî, Mismarî bang li Komkara welatên Ereb kir ku helwesteke zelal derbarê vê destwerdanê nîşan bide.

Mismarî her wiha bang li civaka navneteweyî jî kir ku berpirsyartiya xwe ji bo vê yekê rake.

Back to top button