Li Minbicê ji bo şikandina tecrîdê kon hat vedan

Li Minbicê ji bo şermezarkirin tecrîda li dijî Rêber Apo konê çalakiyê hat vedan.

Meclisa Malbatên Şehîdan li hember tecrîda li dijî rêber Apo konê çalakiyê li Minbic veda.

Çalakî bi slogana “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e” li qada Yekitiya Werzîşê ya bajêr hat vedan.

Konê çalakiyê wê heta 3 rojan vegirtî be.

Wê di bin kon de komplo bi semîneran were pênasekirin û belgefîlm werin pêşandan.

Şêniyên Minbic, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên herêmê çûn bin kon.

Endama însiyatîfê jî li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û tecrîdê wiha gotin:

Rêber Abdullah Ocalan ne tenê kesayeta ferdekî temsîl dike, vîna gelê xwe temsîl dike.

Divê em bizanin girtina Rêber Abdullah Ocalan ji bo şikandina vîna gelan û bi taybet jinan e.

Ev tecrîda li dijî wî bendek ji bendên îşkenceyê ye, şerekî derûnî û mirina hêdî ye.

Lê emê heta dawiyê li himbev vê tecrîdê disekinin û Rêber Apo azad bikin.”

Şêniyên Minbicê bi biryarin li dijî tecrîdê têbikoşin

Back to top button