Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyê: Êzidî li herêmên dagirkirî tên çewisandin

Yekîtiya Êzidyan a Sûriyê destnîşan kir ku “artêşa Tirk û çeteyên wê li herêmên ku dagir kirine, kirinên hovane li dijî Êzîdiyan pêk tînin”. Yekîtiyê her wiha anî ziman ku “ev yek di rapora salane ya komîteya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî de jî hate piştraskirin”. 

Di rapora salane ya Komîteya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî de, ku Sêşema borî hatiye weşandin, binpêkirinên li dijî Êzidiyên li herêma Efrîn, paşguhkirin û çewisandinên li herêmên ku dewleta dewleta Tirk dagir kirine, hat behskirin.

Di vê der barê de, Yekîtîya Êzîdîyan a Sûriyê daxuyaniyek weşand û ji aliyê Sazî, rêxistin û komeleyên Êzidî yên Sûriyê hat îmzekirin.

Yekîtîyê diyar kir ku “divê ev binpêkirinên li herêmên dagirkirî, ji aliyê rêxistinên Hiqûqî yên Navneteweyî bên şopandin û kirinên dewleta Tirk werin belgekirin”.

Yekîtîya Êzîdîyan destnîşan kir ku divê artêşa Tirk û çeteyên wê ji Efrînê vekişin, û got:

Civaka Kurd îro ji ber binpêkirin û dagirkirina Tirkiye çi li Efrînê, Serê Kanî û Girê Spî, li beramber xeteriyên mezin e.. ku ev yek gefan li hebûna wê jî dixwe.

Yekîtîya Êzîdîyan tawanên ku ji aliyê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiye, li dijî Komîteya Navendî ya Azadiya Olî ya Navneteweyî, red kir.

Yekîtîyê pişterast kir ku şîrovekirina wî ne li gorî rastiyê ye û tenê hewldanek ji bo berpirsiyariya hikûmeta Tirkiyê li beramberî binpêkirinên artêş û çeteyên wê mandel bike.

Divê civaka navdewletî berpirsyariya azarên li herêmên dagirkirî rake

Yekîtîya Êzîdîyan a Sûriyê bang li civaka navnetewî kir ku berpirsiyariya xwe ya qanûnî û mirovî li beramberî azarên sivîlan li herêmên Sûriyê yên dagirkirî rake û got:

“Em piştrast dikin ku piştî Serê Kaniyê hatiye dagirkirin, ti Êzidî lê tune ne.

Li Efrînê jî ji sedî 90 ji şêniyên wê yên Êzidî, koçber bûn.

18 cihên pîroz hatin dizîn û talankirin û ev hemû li beramberî çavên artêşa Tirk bi sedemên olî yên radîkal hatin kirin.”

Back to top button