Kongira Star: Em ê her kêliyê veguherînin berxwedanê

Kongra Star bi bineya 8’ê Adarê daxwiyaniyek weşand û ev roj li tevahî jinên cîhanê pîroz kir ..
Kongra Star diyar kir ku em weke rêxistinên jinan ji bo azadiya hemû jinên cîhanê divê her kêlî li ber xwe bidin.

Meclisa Kongra Star têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê hat pîrozkirin û hat gotin :

“Ev roj temsîla ruhê berxwedan û têkoşîna jinan e.”

Di daxwiyaniyê de hat diyar kirin ku dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bûye slogana hevpar a tevahî jinan ..

Jinên Rojava bi têkoşîn û îradeyeke mezin têkoşîna azadiyê gihandin asta herî jor..

Di dawiya daxwiyaniyê de ev peyam hat dayîn :

Em soz didin ku em ê heta serkeftinê berxwedan û têkoşînê bidomînin.

Em bang li hemû jinan dikin ku heta serkeftina azadiyê li qadan bin.

Em weke rêxistinên jinan ji bo azadiya hemû jinên cîhanê divê her kêlî li ber xwe bidin.”

Back to top button