Dewleta Tirk gundên rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker gelek gund li rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kirin, QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan da.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berêvarkî gundê Mielek, Kampa Eyn Îsayê û rêya M4 yên li rojavayê Eyn Îsayê topbaran kirin.

Hemwextî wê, gundê Cehbel, Fatsê, Sikêro yên li rojhilatê navçeyê bi çekên giran top baran kirin.

Dagirker û çeteyan ji baregehên li Kiromazat, Hemam Tirkmen û baregeha li Şirgirakê ew dever topbaran kirin..

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya parastina rewa de bersiva topbarananê da.

Ziyanên ku bi deverên hatine topbarankirin jî, ta niha nehatine zanîn.

Back to top button