PYD’ê civîneke girseyî ji şêniyên Til Temirê re li dar xist û tê de rewşa dawî ya li herêmê hat nîqaşkirin.
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ednan Kalo rewşa siyasî ya herêmê nirxand.
Kalo behsa Herêmên Parastinê yên Medyayê, kiryarên hikumeta Iraqê û lihevkirina wê bi hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê re li dijî Şengalê û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Kalo teqez kir ku bûyerên li herêmê rû didin, bi hev ve girêdayî ne û got destê van hemû hêzan tê de heye û dixwazin vîna gelê Kurd têk bibin.
Li dawiyê Ednan Kalo bang li gelên herêmê û PYNK’ê kir ku li dijî hemû astengî, zehmetî û êrişan têkoşîna xwe bilind bikin û wiha got: “Piştgiriya hêz û siyasetên xwe bikin.”