Bi çekên giran navçeya Şêrewa ya Efrîn û gundên Şehbayê hatin topbarankirin

Vê sibehê herêm careke din bû armanca êrîşên dagirkeran û bi çekên giran û bi dijwarî navçeya Şêrawa ya Efrîn û gundên herêma Şehbayê, topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe vê sibehê gundên Soxanekê, Aqîbê û Ziyaretê yên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî bi giranî dan ber topan.

Hemxwetî van êrîşan, heman dagirkerî Bendava Şehba, gundê Semûqa û Mişêrfê yên herêma Şehbayê jî kirin armanc.

Duh bi şev jî, heman deverên navborî bûbûn armanca topên dagirkeran.

Back to top button