Piştî 37 sal peykerekî şêran ya navçeya Şêranê hat vegerandin

Şêniyên navçeya Şêranê ya Kobanê, piştî 37 sal Peykerekî şêran ê dîrokî yê ku hikumeta Şamê veguhastibû bajarê Reqayê, vegerandin cihê xwe.

Li gorî şêniyên navçeyê, hikumeta Şamê di çarçoveya siyaseta qirkirina dîroka herêmê û tunekirina nasnameya wê, beriya 37 salan 2 peykerên şêran veguhestin bajarê Reqayê.

Dîroka her du şêran vedigere beriya 700 sal beriya zayînê

Niha jî, peykerekî ji wan şêran hate vegerandin.

Şêniyên Kobanê hewl didin vê peykerê li cihê wê yê resen restore bikin da ku wê biparêzin.

Ebdulselam Hemsork ji kesên ku tev li vegerandina bermahiyan ji Şêran re ye û ji şêniyên Kobanê ye, dibêje ew hewl didin vê peykerê li cihê wê yê resen restore bikin da ku wê biparêzin.

Hemsork got: “Dîroka her du şêran vedigere zêdetirî 700 sal beriya zayînê. Dîroka her duyan vedigere Hîsiyan. Wê demê navê Şêranê Hidato bû. Lê rejîma Sûriyê navê navçeyê guhert û kir Ferezdeq.”

 

Back to top button